|
Çanda kurdî, komek taybetiyên çandî yên cihêreng e ku ji aliyê gelê Kurd ve tê meşandin. Çanda kurdî mîrateya gelên kevnar e ku kurdên nûjen û civaka wan ava kirine.
|
|
|
|
Kurd komeke etnîkî ye ku bi giranî li Rojavaya Asyayê dijîn. Li bakurê rojhilata navîn li ser çiyayên Zagros û çiyayên Torosê li herêma ku Kurd jê re dibêjin Kurdistana mezin dijîn.
|
|
|
|
Ji xeynî herêmên Kurdistanê, gelê kurd li başûrê rojavayê Ermenistanê û Azerbaycanê û her wiha li deverên Libnanê dijîn û nûnertiya kurdên Yekîtiya Sovyeta berê dikin.
|
|
|
|
Jêder
|
|
Li ser koka kurdan di roja îro de tê dîtin ku bav û kalên kurdên îro kesên ku bi navê Karduya têne naskirin in ku di hezarsala 3an a b.z. de li Mezopotamyayê jiyaye û navê wan di lewheyên heriyê yên Sumerî de derbas dibe. Di roja îro de li ser pêşeroja a Kurdan gelek nîqaş tên kirin. Ev gengeşeya dîrokî bi taybetî piştî şerê duyem ê Kendavê, bi guhertinên hebûna kurdan li Iraqê û demazirandina hikûmeta Herêma Kurdistanê bileztir bûye.
|
|
|
|
Bi şerê navxweyî ya Sûriyeyê re niha Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku rêveberî ji aliyê Kurd û gelên cûda yê li herêmê tê birêvebirin. Niqaş pêvçûnên jibo Bakurê Kurdistanê ku niha di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de ye û nîqaşên jibo Rojhilata Kurdistanê ku di bin dagirkeriya Îranê de ye, di roja îro de didome.
|
|
|
|
Zimanê kurdî
|
|
Zimanê kurdî, beşek ji beşa bakurê rojavayî ya şaxê zimanê îranî yê malbata zimanên hind û ewropî ye. Zaravayê ku herî zêde li herêmên Kurdistanê tê axaftin soranî û kurmancî ye. Lê li Bakurê Kurdistanê zaravaya Zazakî û li Başûrê Kurdistanê jî zaravayên Lurî, Kelhûrî û Goranî hene. Li erdnîgariya Kurdistanê zêdetirî 30 milyon kes bi kurdî diaxivin. Îro zimanê kurdî bi sê alfabeyên sereke hatiye dabeşkirin. Ev alfabeya latînî, alfabeya erebî û alfabeya kîrîlî ne.[1] Kurdî çar zaravayên kurdî hene: Kurmancî, Soranî Zazakî û Kelhorî ye.[2]
|
|
|
|
Folklor
|
|
Kurd xwedî kevneşopiyeke folklorîk a dewlemend in ku ji ber nûjenbûn, bajarîbûn û çewisandina çandî her ku diçe dikeve xeterê. Kurd sala nû di Newrozê de pîroz dikin û pîrozkirina Newrozê gelek caran ji aliyê rayedarên Tirkiye û Sûriyê ve hatiye qedexekirin.[3][4]
|
|
|
|
Muzîka kurdî
|
|
Muzîka gelêrî ya kurdî beşekî girîng ê çanda kurdî ye û bi kevneşopî ji bo gihandina bûyerên li ser dîroka kurdan ji aliyê Dengbêjan ve hatiye bikaranîn.
|
|
|
|
Dîn
|
|
Gelê Kurd li gor herêmên Kurdistanê ya ku tê de dijîn xwedî dînên cihê ne, yan jî peywendiyên wan ên çandî û etnîkî bi wê dînê re hene, dîna herî berbelav di nav kurdan de îslama sunî ye. Kurdên Bakûrê Kurdistanê ku nifûsa wan nêzîkî 15-25 milyonan, ji 30% elewî ne û 68% jî îslama sunî ne.[5] |